Di bangewaziyê de, ku îro sêşemê 3/11/2026 ji hemû fraksiyonan re hatiye şandin, hatiye nîşandan ku piştî derbasbûna zêdetirî 2 salan ji birêvebirina hilbijartina dewra 6emîn, mixabin Parlamentoya Kurdistanê hatîye astengkirin û ji pêkanîna erkên xwe yên qanûnî û çavdêriyê di pergala rêveberiya herêmê de hatiye qutkirin; ev jî ji ber temamnekirina rêkarên civîna yekem e ku ji 2/12/2024ê ve vekirî maye.
Parlamenteran tekez kir ku deng û îradeya welatiyan wextê wateyê bi dest dixe ku parlament aktîf be; astengkirina vê saziyê jî dijî bingehên demokrasiyê û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, bi piştrastbûnê bi fermana serokatiya herêmê, maddeyên 46, 47 û 48 ên Qanûna Hilbijartinê ya hejmar 1 a sala 1992 (guherandî), maddeyên 11 heta 14 ên rêziknameya navxweyî û li ser bingeha nivîsa serokê temenê ya 9/12/2024 ji bo lêdana zengila civînê di saet 11:00ê sibehê de, wan vê bangewaziyê ragihandiye.
Di dawiyê peyama xwe de, parlamenteran daxwaz dikin ku hemû alî berpirsiyariya dîrokî li hember xwîna şehîdan û îradeya dengderan hilgirin û berjewendiya bilind a xelkê Kurdistanê li ser hemû tiştan pêşînî bidin, da ku qonaxeke nû ya karê parlamentoyê û rêveberiya qanûnî li Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.







