Îran û Îsraîl: Ber bi dîplomasiyê yan zêdebûna tengezariyê?
Herçend hîn ne diyar e ev guhertin çawa bandorê li ser nakokiyên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de dike, lê çavkaniyên li Kendavê bawer dikin ku Trump niha neçar e li "peymana aştiyê" bigere, ji ber ku nikare vebijarka şerê tevahî hilbijêre. Li aliyê din, Îsraîl dê bi zexta parlamenterî ya zêdetir re rû bi rû bimîne; ji ber ku Demokrat di Kongreyê de operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Îran, Gazzeyê û Lubnanê bi baldarî dişopînin û dibe ku piştgiriya leşkerî ya wan ji Netanyahu re sînordar bikin.
Bazara enerjiyê: Aramiyeke demkî
Bazara neftê ji ber van encaman sê rojan e di kêmbûnê de ye. Veberhêner bawer dikin ku Kongreya nû dê li pêşiya siyaseta tund a Trump bigire û îhtîmal heye ku diyaloğa di navbera Washington û Tehranê de ji nû ve zindî bike. Lê kêmbûna rezerva neftê bûye sedem ku kêmbûna bihayan bilez nebe.
Ûkrayna: Guhertin di siyaseta alîkariyan de
Demokrat niha dikarin pêşniyara piştgiriya darayî û leşkerî ya nû ji bo Ûkraynayê bikin. Ger bikarin piştgiriya beşek ji Komarîyan bi dest bixin, dikarin vetoya Trump derbas bikin. Herçend gihandina çekên pêşketî, wek "Patriot", zû ji bo Ûkraynayê zehmet be, lê tê payîn ku li pêşiya plana Trump a rakirina cezayê li ser dizela rûsî were girtin.
Bazirganî û aborî
Tê payîn ku welatên Asyayê, bi taybetî Çîn û Hindistan, di danûstandinên bazirganî yên bi Dewletên Yekbûyî re helwesteke bihêztir nîşan bidin. Hindistan bawer dike ku şiyana Trump a ferzkirina bacên gumrikê yên zorê kêm bûye û divê ji bo her gavê bazirganî vegere ser razîbûna Kongreyê.
Teknolojî û zîrekiya çêkirî
Bazarên teknolojiyê bi giştî fikar in. Demokrat li Kongreyê li rêkxistina (Regulation) tundtir ji bo navendên daneyên zîrekiya çêkirî digerin; ev jî bûye sedema daketina nirxê hîseyên şirketên mezin ên teknolojiyê û hilberînerên çîpan li Asyayê.







