Obama di postekê de li ser platforma "X" destnîşan kir ku serkeftinên Partiya Demokrat bi saya wan namzedên jêhatî pêk hatin ku li seranserê welatê û heta li wan deverên ku şansê serkeftina wan kêm bû jî pêşbazî kirin; wî herwiha rave kir ku ew namzed, tevî cudahiyên ramanan, li ser nirxên hevpar û xizmetkirina hemwelatiyan li hev hatin. Di heman demê de, wî pesnê karmend û dilxwazên herdu partiyan da ji ber birêvebirina aram a hilbijartinan.
Derbarê qonaxa dahatû ya rêveberiyê li Amerîkayê de, Obama bal kişand ser wê yekê ku hêj 2 sal ji serdema kabîneya Donald Trump maye û tekez kir: Erka me niha ew e ku em destûrên xwe berbijînin, li her cihê ku dikarin biguherînin, rê li ber ketina zirara zêdetir bigirin û bingehek bihêz ji bo dahatûyê ava bikin.
Van gotinên Obama piştî destkeftiyên berbiçav ên Demokratan di hilbijartinan de tên, ku hevsengiya hêzê li Washingtonê bi berjewendiya Demokratan guherand; ev jî deriyê pevçûnek nû di navbera Qesra Spî û Kongreyê de ji bo du salên mayî yên serokatiya Trump vekir.







