Îro sêşem, 3-ê Mijdara 2026-an, ajansa nûçeyan a "Reuters" belav kir: Donald Trump, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ragihand ku bi Benjamin Netanyahu, serokwezîrê Îsraîlê re li hev kiriye û Amerîka piştî dawiya vê salê êdî alîkariya darayî pêşkêşî Îsraîlê nake.
Donald Trump di hevpeyvînekê de li bernameya (Fox and Friends) ya kanala "Fox News"ê got: "Derbarê dayîna pereyan ji Îsraîlê re, min û (Bibi) Netanyahu li hev kiribû ku salane çar milyar dolar bidin Îsraîlê, lê çend meh berê em li ser rawestandina wê alîkariyê li hev kirin".
Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir: "Em di bingeh de li ser vê yekê li hev kirine ku piştî dawiya vê salê tu pereyan nedin Îsraîlê; lê heke di pêşerojê de Îsraîl pêdiviya alîkariyê hebê, em ê alîkarî bikin".







