Rapors û nîşaneyên destpêkê nîşan didin ku îhtîmal heye Demokratan kontrola yek ji meclîsên Kongreyê an jî her duyan ji nû ve bidest bixin; bidestxistina piraniya Meclîsa Nûneran ji aliyê Demokratan ve dê hêzeke mezin di dosyaya budçeya federal de bide wan. Di heman demê de, windakirina piraniyê ji aliyê Komarîyan ve, du sal berî bidawîbûna dewreya serokatiya wî, dê bernameya yasadanî ya Trump li Qesra Spî bike ber astengî û rawestanê.
Di hilbijartinên îroyîn de, namzed li ser hemû 435 kursiyên Meclîsa Nûneran û 35 kursiyên ji tevahiya 100 kursiyên Senatê pêşbaziyê dikin; herwiha dê postên walîtiyê yên 36 eyaletan jî bên diyarkirin. Li gorî hevsengiya dengên heyî, Demokratan tenê pêwîst e 3 kursî li Meclîsa Nûneran û 4 kursî li Senatê bidest bixin, da ku bikaribin piraniya her du meclîsan ji destê Komarîyan derxînin.
Tevî ku Trump di destpêka dewreya duyemîn a xwe de soz dabû ku bihayan kêm bike û aboriyê vejîne, lê pirsgirêka enflasyonê, ferzkirina tarîfên gumrikê û bilindbûna bihayê sotemeniyê ji ber pevçûnên li Rojhilata Navîn, zexta darayî ya berçav li ser debara malbatên Amerîkî çêkiriye; ev yek jî pêşbaziya hilbijartinên îroyîn ji bo Partiya Komarî dijwartir kiriye.







