Trump di hevpeyvînekê de bi rojnameya "New York Post" re ragihand ku dê erka xwe bi dawî bîne û got: Erê, ez ê biçim. Heke derfeta min hebûya, bi kêfxweşî careke din jî xwe d kandidakir, lê qanûn di vê mijarê de pir hişk û zelal e.
Wî bal kişand ser piştevaniya gel a ji bo xwe û got: Bi kêfxweşî dîsa dibûm berendam; di van dawiyên dawî de anketek kirin ku ez bi ferqeke mezin li pêşiya hemûyan bûm. Herwiha eşkere kir ku niha du salên din li nivîsgeha Ovalê li pêşiya wî hene û bawer e ku di vê demê de dikare ji bo berjewendiya Amerîkayê kar û destkeftiyên mezin bêne bidestxistin.
Donald Trump di salên 2017 heta 2021 de postê serokatiya Dewletên Yekbûyî birêve bir, dûv re di hilbijartinên Mijdara 2024an de serkeftin bi dest xist û di 20ê Çileya 2025an de wek 47emîn serokê Dewletên Yekbûyî sond xwar.
Li gorî Guherandina 22emîn a Destûra Dewletên Yekbûyî, kesek nikare ji bo serokatiya welatê zêdetir ji du dewreyan bê hilbijartin; ji ber vê yekê Trump nikare di hilbijartinên serokatiya Dewletên Yekbûyî yên bê, ku biryara wê ye di sala 2028an de bên lidarxistin, beşdar bibe, tevî ku berê bi awayekî nerasterast îşaret dabû ku dibe rêyek ji bo berendamiyê ji bo dewreyeke sêyem hebe.







