Qalîbaf di posteke li ser platforma "X" de, bi sernavê bersivek ji Vance re, nivîsandiye: Dema ku Emerîka li ber kenara hilweşîna yekemîn a Îsraîlê rawestiyaye, serokê te xwe ji bo qonaxa bê ya şer amade dike; çima tu van rastiyan ji serokê xwe re nabêjî?
Serokê Parlamentoya Îranê di berdewamiyê peyama xwe de dibêje: Emerîka niha mîna wî qumarbazî ye ku bi berdewamî dikeve, lê nikare ji ser maseya qumarê rabe.
Daxuyaniya Qalîbaf piştî wê hat ku JD Vance di posteke berfireh de li ser heman platformê, sedemên têkçûna Partiya Komarî di hilbijartinên nîvê dewreyê yên Kongreyê de rave kiribû û tekez kiribû ku pirsgirêka sereke ne kêmî rêjeya beşdariyê bû, lê belê rêjeyeke berbiçav ji wan kesên ku di hilbijartina serokatiyê ya 2024ê de dengê xwe dabûn Trump û Vance, di vê hilbijartinê de dengê xwe dabûn Demokratan.
Vance behsa anketeke analîstekî navdar ê hilbijartinan kiribû, derbarê wan sedemên ku dibin hoka vegerîna dengderên nerazî yên Trump bo aliyê Partiya Komarî, ku di çar xalan sereke de kom bûbûn:
Bidawîanîna şerê.
Balkişandina ser giraniya lêçûna jiyanê û rêjeya enflasyonê.
Pêşxistina û danîna berjewendiyên navxweyî yên Emerîkayê di pêşiyê de.
Guhertin di awayê têkiliyên Washingtonê bi Îsraîlê re.







