Îro çarşem, ji ber teqîna minekê li hundirê dibistana "El-Muhdese" ya bajaroka "Zerkan"ê, girêdayî parêzgeha Hesekê, zarokekî jiyana xwe ji dest da û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî raporên fermî, di encama vê teqînê de zarokek bi navê "Ehmed Senjar" jiyana xwe ji dest daye û 12 kesên din jî birîndar bûne. Yek ji birîndaran mamosteyekî vê dibistanê ye.
Komên alîkariyê hemû birîndaran birine navendên tenduristiyê yên bajaroka "Tel Temir" û bajarê "Hesekê". Çavkaniyên bijîşkî ragihandine ku piraniya birînan sivik û navîn in û tedawiya pêwîst ji birîndaran re tê kirin.







