Di daxuyaniyekê de ku îro, înî 6ê Mijdara 2026ê hat weşandin, Ofîsa Netanyahu destnîşan kir ku Îsraîl îro xwediyê aboriyeke bihêz û aram e. Herwiha biryara Trump bi “nîşana hêza têkiliyên di navbera herdu welatan de” bi nav kir.
Ev biryar di demekê de hat ku Trump di 3ê vê mehê de ragihandibû ku bi Netanyahu re li ser peymanekê gihiştiye hev; li gorî wê peymanê, alîkariya leşkerî heta dawiya vê salê tê rawestandin. Divê bê gotin ku Amerîka salane bi nirxa 4 milyar dolar alîkariya leşkerî pêşkêşî Îsraîlê dike û biryar bû ku peymana heyî heta sala 2028an bidome.
Li gorî medyayên fermî yên Îsraîlê, ev biryara nişkê ya Trump, ku hevdem bû bi têkçûna wî ya siyasî di hilbijartinên nîvê heyama Kongreyê de, bû sedema şokê li Wezareta Berevaniyê û artêşa Îsraîlê. Ev di demekê de ye ku Netanyahu li hundirê Îsraîlê, ji ber negihiştina piraniya pêwîst ji bo avakirina hikûmetê, di bin zexta tund a opozîsyonê de ye ku Gadî Eyzînkot serokatiya wê dike.
Divê bê gotin ku li gorî lêkolînekê ya akademîk, ji destpêka şerê Gazayê ve, Îsraîl herî kêm 21.7 milyar dolar alîkariya leşkerî ji Amerîkayê wergirtiye.







