Îro şemî 7ê Çiriya Paşîn a 2026an, bernameya “Xelat ji bo Dadmendiyê” ya girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: li hember bidestxistina agahiyên îstîxbaratî yên berfireh derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de, xelateke darayî ku digihîje 20 milyon dolar, digel derfeta bicihbûna (penaberiyê) li welatekî din, tê peyda kirin.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin ku ev xelat hemû daneyên têkildarî dezgeh, amûr û alavên pisporî, tevger, kadroyên mirovan û navendên zanistî yên ku beşdarî çalakiyên nukleerî dibin, digire nav xwe.
Ev daxuyaniya Amerîkayê piştî raporta sala 2025an a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ya Atomî (IAEA) tê, ku di wê de piştrast kiribû Îran asta paqijiya zêdekirina uranyûmê bilind kiriye û gihandiye %60; ev jî wekî pîvaneke teknîkî ya pir xeterdar tê hesibandin ku welat tenê gaveke ji asta %90 dûr dixe, asta ku ji bo hilberîna çekên nukleerî pêwîst e.
Amerîka amaje dike ku Îran di nav dewletên ku çekên nukleerî nînin de tenê welat e ku gihiştiye vê asta bilind a zêdekirinê; ev jî di nav hişyariya pisporên navneteweyî de derbarê îhtîmala hilberîna rêjeya pêwîst ji bo çêkirina çend bombeyên nukleerî ye, heke prosesa zêdekirinê berdewam bike.
Di dawiya daxuyaniya Amerîkayê de hatîye gotin ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê ya Atomî hişyarî da li ser encamên “nepabendbûna rejîma Îranê bi sozên wê yên garantî û çavdêriyê”, ku ev bûye sedema lawazbûna kapasîteya ajansê û windabûna bingeha “berdewamîya zanînê” di çavdêrîkirin û şopandina depoyên alavên santrîfûjê û pêkhateyên sereke yên bernameya nukleerî ya Îranê de.







