Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya rojnamevan Ferhad Mihemed
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya nivîskar, rojnamevan, seredîtora kovara Gulan û endamê beşa çand û ragihandina Partiyê (Ferhad Mihemed) gihişt min.
Serxweşî û sersaxiya xwe ji malbat û xizmên merhûm Ferhad Mihemed, heval û hevkarên wî û hemû nivîskar û rojnamevanên Kurdistanê re radigihînim û di xemê wan de hevpar im.







