Nivîsa nameya serxweşiyê ya Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê dilovan û mihrîban
Birayê hêja, mamoste Misal Elûsî
Bi xem û kesereke mezin gihîşt me nûçeya mirina birayê we, merhum (Musabir Cemal Elûsî). Em xwe di xem û derdê we de hevpar dibînin û serxweşî û sersaxiyê ji we û malbata weya hêja re pêşkêş dikin ji bo vê windabûna biêş. Ji Xwedayê Mezin dixwazin ku merhum bi behişta fireh kêfxweş bike û sebr û aramiyê bide we û xizm û kesûkarên we.







