Îro pêncşem 12ê Çiriya paşînê, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, sibehê li bajarê Antalya bi Mesûd Pezeşkiyan, Serokkomarê Îranê, re civiya û civînê wekî "berhemdar" wesif kir.
Neçîrvan Barzanî di peyamekê de ragihand ku di navbera wan de li ser rewşa peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê û Îranê de nêrînên xwe guherandine.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan kir ku di civînê de wan li ser girîngiya berdewamiya hemahengî û hewildanên hevpar ji bo rûbirûbûna kêşeyên herêmê tekez kir, di heman demê de israr kirin ku; diyaloq, têgihiştina hevpar û hevkariya, rêyên herî baş in ji bo bi destxistina aştiyê û aramiya berdewam.







