Li gorî agahiyan, piştî ku ajokar ji ber têkçûna frenê kontrola erebeya xwe ji dest da, bi xwe ve li stûnê elektrîkê ket û paşê tanker zivirî.
Ajokarê tankerê navê wî (Fuad Remezan) e û 34 salî ye. Ji ber giraniya birîndariyê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Niha, ji bo pêkanîna prosedurên bijîjkî û qanûnî, termê wî şandin navenda bijîjkî ya dadî ya Silêmaniyê.







