Îvara îro, Çarşemê 2026/11/11, di çarçoveya karên Lûtkeya Avûhewayê (COP31) li Antalyayê de, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi Îbrahîm Kalîn, Serokê Dezgeha Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê, re civîya.
Di civînê de, têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û xurtkirina hevkariyê û hemahengiya hevpar, bi taybetî di warê parastina ewlehî û aramiyê de, herwiha girîngiya hemahengiya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de, hatin nîqaşkirin.
Di mijarek din a civînê de, derbarê rewşa herêmê de, herdu aliyan piştrast kirin ku dê hevkarî ji bo rûbirûbûna astengiyan û parastina aramî û stabîliyê bidomin.







