Îro Çarşem, 2026/11/11, li kêlekariya karên Lûtkeya Avhewayê li Antalya (COP31), Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê, re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, têkiliyên Yekîtiya Ewropayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, hevkariya hevpar di warên cuda de, bi taybetî di warê rûbirûbûna guherîna avhewayê û jîngehê de, hatin nirxandin.
Herwiha rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê hat gotûbêjkirin û her du aliyan li ser girîngiya parastina aramî û stabîlîyê piştrast kirin.







