Elî Zeydî, serokwezîrê Iraqê, li ser lêkolînên derbarê êrîşa li ser zeviya gazê ya Kormorê li ser sînorên parêzgeha Silêmaniyê şopandin kiriye û ferman daye ku prosedur zûtir bêne temamkirin û rapora dawî di zûtirîn demê de bê amadekirin.
Di daxuyaniyekê de, Sebah Nûman, berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar, ragihand ku Elî Zeydî dubare li ser pêwîstiya girtina tundtirîn tedbîrên qanûnî û cezakirinê li hember her kes û aliyekî ku belgeya tevlêbûna wî di vê êrîşê de piştrast bibe, tekez kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev fermanên serokwezîr ji bo misogerkirina pêşîgirtina li dubarebûna êrîşên bi vî rengî, herwiha ji bo parastina ewlekariya sazîgehên hestiyar û binesaziyên aborî yên welat û ewlekariya jiyana xebatkarên zeviyê ne.







