Îro, çarşem, 11ê Çiriya paşîn a sala 2026an, Omêd Ehmed, berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê, ragihand: Di van du rojan de asta hilberîna elektrîkê ji (1000) megawatî bo (1500) megawatî bilind hatiye kirin.
Berdevkê Wezareta Elektrîkê amaje bi wê kir ku ev rêjeya elektrîkê ji bo aboneyên malan tê dabînkirin û ji ber vê yekê demên dabînkirina elektrîkê ji çar demjimêran bo şeş demjimêran hatine zêdekirin.
Derbarê rewşa qada Kormorê de jî, Omêd Ehmed rave kir ku ji ber êrîşa terorîstî ya li ser qada Kormorê, veguhestina gaza xwezayî ji qadê bo stasyonên hilberîna elektrîkê bi tevahî hatiye rawestandin. Wî herwiha piştrast kir ku niha komîsyonan nirxandinan dikin da ku qas û mezinahiya ziraran texmîn bikin, û paşê biryar li ser dem û awayê ji nû ve destpêkirina karê qadê û pêvajoya hinardekirina gazê bê dayîn.







