Îvara îro, sêşem 10’ê Cotmeha 2026’an, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi vexwendina fermî ya Receb Tayyîb Erdoxan, Serokkomarê Tirkiyeyê, gihişte bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê.
Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna wî di civîna lûtkeya serokanan a konferansa 31’emîn a aliyên Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Guhertina Avhewayê (COP31) e.
Civîna lûtkeya serokanan sibê, çarşem, dest pê dike û du rojan berdewam dike.







