Piştî civîna îro ya Koma Jenaretorên Taybet ên parêzgeha Dihok bi Ligeya Bilind a Jenaretoran a parêzgeha Dihok û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo re, biryar hate dayîn ku di nexşeya xebata jenaretoran de guhertin bê kirin.
Li gorî biryarê, nexşeya nû ya xebitandina jenaretoran wiha ye:
- Di rojên yekşemê heta pêncşemê de, jenaretor ji saet 7:00ê sibehê heta 9:00ê sibehê dixebitin, paşê heta saet 1:00ê piştî nîvro tên rawestandin; dû re ji saet 1:00ê piştî nîvro dîsa tên xebitandin heta saet 2:00ê şevê û paşê tên vemirandin.
- Di rojên înê û şemiyê de, ku betlaneya fermî ne, jenaretor ji saet 11:00ê berî nîvro heta 2:00ê şevê dixebitin.
Di biryarê de her wiha hate tekez kirin ku jenaretorên projeyên niştecihbûnê (stîyan) ji vê guhertinê nayên girtin û divê 24 demjimêran bixebitin. Wateya wê ew e ku her car elektrîka neteweyî qut bibe, divê jenaretorên wan yekser bixebitin û elektrîkê dabîn bikin.







