Nîvroya îro, sêşem 10ê Çiriya paşînê, Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de li Hewlêrê bi Elî Babacan, serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyeyê û heyetekê re, têkiliyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û dawî pêşhatên herêmê nîqaş kir.
Her du alî li ser vê yekê li hev kirin ku pêvajoya aştiyê derfeteke girîng e û divê ji bo serkeftina wê were bikaranîn û piştgirî lê bê kirin. Her wiha wan tekez kir ku serkeftina aştiyê ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiyê li Tirkiyeyê û bi giştî li herêmê girîng e.
Di vê derbarê de jî Babacan spas û pêzanîna xwe ji bo serokê Herêma Kurdistanê dubare kir, ji ber piştgirî û alîkariyên ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê pêşkêş dike.
Dawî pêşhatên herêmê mijareke din a civînê bû. Di civînê de her du alî tekez li ser girîngiya diyalogê û rêyên çareseriyên aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û pevçûnan kirin.
Hin mijarên din ên hevpar ên girîng jî mijareke din a civînê bû, ku konsulê giştî yê Tirkiyeyê li Hewlêrê amade bû.







