Serokê Hikûmetê di serdana xwe de beşên cuda yên projeyê nirxand û bi tîmên endezyariyê û berpirsiyarên projeyê re axivî. Wî li ser bicihanîna karan bi bilindtirîn kalîte û li gorî standardên navneteweyî û temamkirina wan di wextê diyarkirî de tekez kir.
Projeya “Rêça Jiyanê” yek ji mezintirîn projeyên xizmetguzarî, jîngehî û gerîstîyariyê yên paytextê ye ku ji aliyê endezyarên navxweyî û şêwirmendên Îtalî ve hatiye sêwirandin. Armanca wê ew e ku herêmeke perçemkirî û cihê kom bûna avên gemar û bermahiyan veguhezîne herêmeke kesk û nûjen a gerîstîyariyê ku dirêjahiya wê ji 25 kîlometreyan zêdetir e û gelek park, gol, kanalên ava paqij, rêçên lehiyê, kanalên avên gemar û cihên bêhnvedanê dihewîne.
Temamkirina vê projeya girîng, ji bilî afirandina sedan derfetên karê nû ji bo ciwanan, rûyeke bajarî û geş dide paytextê û di heman demê de dibe astengiyeke sereke ji bo parastina taxên rojhilatê Hewlêrê ji metirsiyên lehiyê û pirsgirêkên jîngehî.







