Di daxuyaniya YNDKê de hatiye ragihandin ku îro, duşem 9ê Çiriya paşîn, Serok Barzanî di peyamekê de ji her du aliyên sereke (Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê) xwest ku bi hev re bicivin û pirsgirêkan çareser bikin, da ku krîza siyasî bi dawî bînin. Her wiha wî xwest ku aliyên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê jî beşdarî pêvajoyê bibin, da ku bi hev re hukûmeteke berfireh-bingeh û neteweyî ava bikin ku bersivê bide daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê.
Ofîsa siyasî ya YNDKê amaje bi vê yekê kiriye: Di demên borî de, Serok Barzanî berdewam ji bo sivikkirina tengezariyê û çareserkirina nakokiyên siyasî destpêşxerî kiriye; peyama wî ya îro jî di demekê pir hestiyar û girîng de hatiye, ku dê ji bo rewşa Kurdistanê û hevsengiyên herêmê sûdeke mezin hebe.
Di dawiya daxuyaniyê de, Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê ji hemû aliyên siyasî yên herêmê dixwaze ku bersiva vê bang û destpêşxeriya Serok Barzanî bidin û bi hev re bibin hevkar û piştgir ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bihêzkirina yekrêziya neteweyî û bi dawî anîna krîza siyasî.







