Tom Barrack di peyamekê de ragihand: Diyaloga rasterast a di navbera Bexdayê û Hewlêrê de rêya çareserkirina pirsgirêkên dijwar û tevlihev e, di nav wan de: eksportkirina neftê, mûçe û parvekirina dahatan.
Balyozê Amerîkayê îradeya siyasî ya her du serokwezîran pesn da û got: Serokwezîr Elî Zeydî û Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro di rêvebirina danûstandinan de serkirdayetiya jêhatî nîşan dan.
Di dawiya peyama xwe de, Tom Barrack helwesta fermî ya Washingtonê dubare kir û ragihand: Amerîka li kêleka her du aliyan rawestiyaye, dema ku ew bi hev re gav bavêjin ji bo avakirina Iraqeke pêşketî, refahdar û xwedî serweriya tam.







