Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: Serokwezîr Masrûr Barzanî bi serokwezîrê Iraqê re, derbarê mijara budceyê, mafên darayî û mûçeyên karmendên Herêmê, ligel çend mijarên din ên girîng, civînek pir baş û berhemdar li paytexta Iraqê, Bexdayê, pêk anîn.
Pêşewa Hewramanî herwiha destnîşan kir ku Serokwezîr Masrûr Barzanî bi zelalî û bi piştevanî bi dane û hejmarên fermî, hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê danî pêşberî serokwezîrê Iraqê û wezîrên beşdarî civînê bûne û nêrîna Herêmê bi tevahî ji wan re rave kir.
Derbarê reaksiyon û helwesta serokwezîrê Iraqê jî, berdevkê hukûmetê eşkere kir ku Elî Zeydî di bersiva nêrînên serokê hukûmetê de gotiye: Ez dixwazim pirsgirêkan ji bingehê ve çareser bikim.







