Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, li ser daxwaza fermî ya wan, serokwezîrê Iraqê ya federal razîbûna xwe nîşan daye ku hewcedariya gazê şilandî ya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bike, heta ku pêvajoya hilberînê li zeviya gazê ya Kormorê dîsa normal bibe.
Li gorî daxuyaniyekê ya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, îro duşem 9ê Çiriya Paşînê, serokwezîrê federal wezareta neftê ya Iraqê fermandaye ku bi lez miqdara hewce ya gazê şilandî bi armanca têrkirina pêdiviyên navxweyî bişîne Herêma Kurdistanê.
Di heman demê de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî baweriyeke tevahî dide hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û tekez dike ku hemû gav û hewildanên pêwîst hatine avakirin da ku di vê heyamê de û heta vegerandina hilberîna gazê ya zeviya Kormorê bo rewşa xwe ya normal, di dabînkirina gazê malan de tu pirsgirêk û kêmasî çênebe û bazaran rastî krîzê nebin.







