Îro Çarşem, 11ê Cotmeha 2026an, Rêveberiya Ewlehiya Hewlêrê û Polîsên Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyekê hevpar de ragihandin: Di encama çavdêrî û şopandina ji aliyê hêzên me ve, me karî sê kesên sûcdar bi sûcdariya pêkanîna du tawanên cuda yên kuştinê bigirin.
Di daxuyaniyê de hûrguliyên bûyeran wiha hatin ragihandin:
Yekem: Di 21ê Tîrmeha 2026an de, ji ber pirsgirêkek civakî, li salonên firotina otomobîlan li ser riya Mexmûr tawanek kuştinê qewimî û welatiyek bi navê (Îdrîs Salih) hat kuştin. Piştî şopandinê, nasnameya sûcdaran hat diyarkirin û dadwerê lêkolînê biryara girtina du kesên sûcdar bi navên (A. M. Y) û (R. M. Y) derxist. Di 8ê Cotmeha 2026an de jî sûcdaran xwe radestî hêzên me kirin.
Duem: Di 7ê Cotmeha 2026an de, ji ber pirsgirêkek civakî li taxa Minare ya bajarê Hewlêrê, welatiyek bi navê (Asô Sabir) hat kuştin. Piştî şopandin û wergirtina biryara dadwerê lêkolînê, kesê sûcdar ê kuştinê bi navê (D. Q. A) xwe radestî hêzên me kir.
Di dawiya daxuyaniya hevpar de, Rêveberiya Ewlehiya Hewlêrê û Polîsên Hewlêrê spasî welatiyan kirin ku her tim di parastina ewlehiyê û dîtina sûcdaran de bi dezgehên ewlehiyê re hevkar û koordîne ne.







