Di nivîsa fraksiyona PDKê de hatiye gotin ku pêla lehiyê ya ku ji ber baranên dijwar parêzgeha Hewlêrê dagirt, zirarek mezin a canî û madî li mal û milkê welatiyan û milkê giştî daye; ji ber vê yekê divê hukûmeta federal di vê karesata mirovî de bi lez berpirsiyariya xwe bicih bîne.
Fraksiyona PDKê daxwaz dike ku hukûmeta federal heyetek taybet bişîne, da ku bi hemahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û navendên rêveberiya krîzê, hejmartinek giştgir ji qas û qewareya ziraran re pêk bînin.
Herwiha fraksiyona PDKê daxwaz dike ku ji budçeya rizgarkirina Iraqê (mوازنة الطوارئ) alîkariya aborî ya lezgîn ji bo mexdûran, bi mebesta kêmkirina barê li ser milên wan, were veqetandin.
Fraksiyona PDKê tekez kiriye ku ev gav di çarçoveya şopandina domdar a wan de ye, ji bo misogerkirina maf û heqên welatiyan di dema rûdanên karesatan û şertên awarte de.







