Îro duşem 9ê Çileya Paşîn a 2026an, Umit Xoşnaw, parêzgarê Hewlêrê, di daxuyaniyekê de ragihand: Piştî êrîşa terorîstî ya şeva borî li ser zeviya gazê ya Kormorê, em piştrastiyê didin hemwelatiyên hêja yên parêzgeha Hewlêrê, bi taybetî di mijara gaza malan de, ku ew neketine tu xeman.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha destnîşan kir ku di nav sînorên parêzgehê de mîqdara pêwîst a gazê hate depokirin da ku hewcedariyên hemwelatiyan bêne dabînkirin.







