Rojnamevanê Kurdistan TV ragihand ku li gorî biryara nû, hemû prosedurên kirêbûna Qere Tepe hatine betal kirin û herêm wek navçeyek girêdayî qezaya Xaneqînê, di nav sînorên parêzgeha Diyala de, dimîne. Herwiha Dadgeha Bilind a Îdarî ya Iraqê tekez li ser vê yekê kir ku wek bingehekî hiqûqî yê neguhêrbar, ji niha û pê ve destûr nayê dayîn ku di sînorên îdarî yên wan herêman de ku dikevin çarçoveya Maddeya 140 a Destûra Iraqê, tu guhertin û destkariyek bê kirin.
Betalkirina vê biryarê piştî wê tê ku berê Hadi Amiri, wek sekreterê giştî yê Komîteya Bilind a Bicihanîna Maddeya 140 li Encûmena Wezîran, bi nivîsekî fermî ji Dadgeha Bilind a Îdarî ya Iraqê xwestibû ku rê li ber parêzgeha Diyala bigire da ku Qere Tepe bike qezayek.
Di nivîsê de hişyarî hatibû dayîn ku herêmên (Xaneqîn, Celawla, Sadiya, Qere Tepe, Cebare, Mendelî, Kefrî) li ser sînorên Diyala herêmên nakok in û her guhertina sînor û statûya wan a îdarî dê bibe sedema guhertina demografîkê. Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Federal jî, Maddeya 140 hê jî bi bandor e û berî bicihanîna temamî ya maddeyê divê tu guhertineke îdarî neyê kirin.







