Herdu Wezaretên Çavkaniyên Xwezayî û Elektrîkê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek hevpar de, êrişa dronî ya li ser qada gazê ya Kormorê, li ser sînorê navçeya Çemçemalê, ku saet 11:00 ê şeva borî pêk hat, wekî "kirdeyeke terorîstî" binav kirin. Wan herwiha ragihand ku ew bi awayekî berdewam dixebitin da ku ev êrişa terorîstî bandora herî kêm li ser demên dabînkirina elektrîkê ji hevparan bike û rewş di zûtirîn demê de normal bibe.
Omed Ehmed, berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku şandina gazê bo stasyonên hilberîna elektrîkê li Hewlêr, Silêmanî, Bazyana, Çemçemal û Dihokê hatiye rawestandin û rêjeya enerjiya windabûyî digihîje navbera (2500 heta 2800) megawattan. Wî herwiha destnîşan kir ku, ji bo pêşîgirtina li qutbûna giştî, wezaret bi xebitandina stasyonên bendava Dukan û Derbendîxanê û stasyonên din bi sotemeniyên alternatîf, elektrîkê ji bo cihên hestiyar ên wek nexweşxane û stasyonên avê peyda dike. Normalbûna rewşê jî girêdayî destpêkirina dîsa ya şandina gazê ji Kormorê ye.
Çavkaniyek agahdar jî eşkere kir ku dron li beşa gaza şil (LPG) ya qadê ketiye û ewlehî û boriyên veguhastinê xirab kiriye. Herçiqas zengila hişyarkirina radarê lê daye û karmend xwe li bin dîwarên betonî parastine, lê ji ber nebûna pergala parastina esmanî ya dijîbalafir êrişê zirar daye. Ji bo vemirandina agirê jî pêwîst bû ku tevahiya pergalê û şandina gazê were rawestandin. Ev yek dê bandorê li stasyonên nû yên Çemçemal, Hewlêr, Bazyana û Kerkûkê bike. Girîng e bê gotin ku rojane zêdetirî (170) tanker li wir dixebitin û rojane (1400 heta 1500) ton gaz bar dikin.







