Îro Duşem, 9’ê Çiriya Duyemîn a 2026’an, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya heyetekî bilind ê hikûmetê gihîşt Bexdayê.
Serokê hikûmetê dê bi Serokwezîrê federal, Elî Zeydî, û hejmarek ji rêberên hêzên siyasî yên Iraqê re bicive.
Mijara sereke ya gotûbêjan jî ew e ku mafên destûrî, heyqên darayî û para Herêma Kurdistanê di budçeya federal a 2027’an de misoger bikin.







