Li gorî pêşbîniyên Heval Sediq Gelûzî, pisporê hewayê, îşev deverên çiyayî yên Rêveberiya Serbixwe ya Soranê wekî deverên herî sar li asta Herêma Kurdistanê têne hesibandin. Li navenda Hacî Omeran û Çoman germahî (-6 heta -7) dereceya Celsiusê li jêr sifirê dikeve. Herwiha li deverên wekî "Alane" û "Kelzîr" germahî asta herî nizm tomar dike û digihîje 10- dereceya Celsiusê.
Di rêza duyemîn de deverên bakur û rojhilatê Silêmanî û Dihokê tên, bi taybetî deverên (Mawet, Çuwarta, Germek, Basne û Pêncwên), ku germahî li wan deveran dikeve jêr sifirê. Li vê navçeyê, qezaya Pêncwên bi tomarkirina 4- dereceya Celsiusê li jêr sifirê dibe devera herî sar a parêzgeha Silêmaniyê. Di heman demê de, ji derengiya şevê heta berbangê, li navenda bajarê Silêmaniyê jî germahî dikeve jêr sifira Celsiusê.
Herwiha li gorî pêşbîniyan, li deverên deştî yên sînorên parêzgehên Hewlêr, Kerkûk û Rêveberiya Germiyanê, di demên derengiya şevê de hewa ber bi sarbûneke temam ve diçe û germahî dikeve jêr 10 dereceya Celsiusê.







