Roja sêşemê, 10ê Çiriya paşîn a 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Elî Babacan, serokê Partiya Demokrasi û Pêşketinê ya Tirkiyeyê, û şandeke pê re kir.
Di vê civînê de li ser rewşa siyasî û dawîn pêşketinên herêmê nêrîn hatin guhertin û girîngiya stabîlîte û aramiyê û pejirandina zimanê diyaloşgirtinê li herêmê wekî bingeha sereke ya vejîn û pêşketinê hat xuyakirin.
Di beşek din a civînê de ronahî hate xistin ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşxistina van têkiliyan di warên cuda de.







