Nûçegihanê Kurdistan TV li Kerkûkê ragihand ku navê ciwanê (Cîhad Hemîd) e û ew niştecihê gundê Yarewli ye. Dema ku li derdora gundê xwe bû, hêzên artêşa Iraqê gulebarana li ser kirin û ew ji ber lêketina 4 guleyan bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyên destpêkê, yekser piştî bûyerê ciwanê birîndar ji bo wergirtina tedawiya bijîşkî ya pêwîst birin nexweşxaneyê.







