Îro sêşem, 10ê Çiriya Paşînê, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li avahiya parêzgeha Hewlêrê bi (Odeya Operasyonê ya Birêvebirina Krîz û Karesatan) a Hewlêrê re civiya.
Di destpêka civînê de, Umêd Xoşnaw, parêzgarê Hewlêrê, raporek li ser sedemên bûyera lehiyê ya çend rojên borî li hin taxên Hewlêrê pêşkêş kir û amaje bi vê yekê da ku yek ji sedemên sereke yên bûyerê, barîna rêjeyeke zêde ya baranê di demeke pir kurt de bû. Herwiha, wî çend pêşniyar jî ji bo rêgirtina li ber bûyerên weha pêşkêş kir.
Serokê Hikûmetê, digel dubarekirina hevderdariya xwe ji malbat û xizmên wan her du kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, spasiya Odeya Operasyonê û hemû tîm, dezgeh, saziyên têkildar ên hikûmetê, hêzên ewlehiyê, Pêşmerge, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û saziya (Kurdistan Foundation) kir, ji ber amadekariyên wan û karê wan ê domdar ji bo alîkariya kesên zirar dîtî û kesên ketine tengasiyê.
Serokê Hikûmetê herwiha tekez kir ku divê lêkolîn û şopandina pêwîst bê kirin da ku em bizanin çawa xwe ji bo guherînên hewayê û îhtîmalên bûyerên weha amade bikin.
Serokê Hikûmetê ji welatiyan re bang kir ku ji bo parastina ewlehiya xwe li rêberiyan bisekinin û alîkarê tîmên rizgarkirinê bin. Herwiha daxwaz kir ku welatî alîkariya saziyên têkildar ên hikûmetê bikin di parastina jîngehê, paqijkirina bajar û herêmên xwe û neavêtina zibil û bermahiyan li ser rê, şeqam û manholan.







