Îro Çarşem 11ê Çiriya Paşîn a 2026an, bi serokatiya Mesrûr Barzanî, serokê Encûmena Wezîran, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiyan û hejmarek mijarên girîng ên girêdayî bangawaza Serok Barzanî, encamên dawî yên serdana şandeya bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û êrîşa terorîstî ya li ser kanîga gazê ya Kormorê û encamên wê gotûbêj kirin.
Encûmena Wezîran pêşwazî û piştgirî li bangawaza Serok Mesûd Barzanî dike derbarê civîna aliyên siyasî û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, ji bo bihêzkirina pergala siyasî û demokrasiyê û saziyên rewa û destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Encûmena Wezîran herwiha daxwazê ji hevalên me, ji tîma wezîrî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dike ku vegerin civînên Encûmena Wezîran û kar û berdewamkirina xwe di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bidomînin. Her raman, têbînî û pêşniyarek ku wan heye, divê di çarçoveya civînên Encûmena Wezîran de were gotûbêjkirin û çareserkirin.
Dû re Encûmena Wezîran derbarê serdana dawî ya şandeya bilind a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya serokwezîr, bo Bexdayê û civîna wê bi şandeya bilind a Hikûmeta Federal, bi serokatiya serokwezîr Elî Zeydî, gotûbêj kir.
Serokwezîr amaje bi vê yekê da ku di gotûbêjên xwe de li Bexdayê, li ser pêwîstiya rêzgirtinê ji pergala federal a Iraqê û çarçoveya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên darayî û beşdariya budçeya Herêma Kurdistanê di budçeya giştî ya Iraqê de bi awayekî dadperwerane israr kiriye.
Encûmena Wezîran şandeya danûstandinê erkdar kir ku li ser bingeha wê lihevkirin û atmosfera erênî ya ku di serdana dawî ya serokwezîr bo Bexdayê de derketiye holê, di gotûbêj û danûstandinên budçeya sala 2027an de berdewam bike, ji bo gihîştina lihevkirineke bingehîn, dawî û dadperwerane derbarê sabîtkirina mûçe û mafên darayî û beşdariya budçeya Herêma Kurdistanê di budçeya giştî ya federal de.
Di beşeke din a civînê de, wezîrê Karûbarên Elektrîkê û wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bi wezaletê raporek derbarê encamên êrîşa terorîstî ya li ser kanîga gazê ya Kormorê pêşkêş kirin. Ev êrîş bûye sedema rawestandina hilberîna gazê li kanîgê û kêm bûna demjimêrên dabînkirina elektrîkê ji welatiyan re. Herwiha behsa hewildanên Wezareta Karûbarên Elektrîkê hat kirin ji bo telafîkirina beşek ji kêmbûna elektrîkê bi rêya stasyonên hilberîna elektrîkê ku bi nefta reş, mazot, karosîn û gaza flêrê dixebitin.
Dû re wezîrê Navxweyî behsa hûrguliyên wê komîsyona ewlekariya hevbeş a Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo şopandin û lêkolîna li ser êrîşê hatiye damezrandin û heta niha lêkolîn berdewam in.
Encûmena Wezîran bi tundtirîn awayî vê êrîşa terorîstî ya li ser Kormorê şermezar dike; êrîş armanc dike ku binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê têk bibe û zirarê bide berjewendiya giştî ya welatiyan. Divê dawî li van êrîşan bê anîn.







