Îro Çarşem 11ê Çiriya Paşîn a 2026an, Wezareta Perwerdehiya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de encama wergirtina derçûyên pola diwanzdehan a amadeyî li zanîngeh û enstîtuyên taybet ên Herêma Kurdistanê ji bo sala xwendinê (2026-2027) belav kir. Ji niha ve serlêder dikarin bi rêya girêdana (mhe-privatestudy.com) encamên xwe bistînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku serlêder ji bo piştrastkirina derketina navên xwe divê bi bikaranîna koda azmûnê ya xwe encamên xwe bi rêya girêdanê bistînin. Di heman demê de wezaret hişyar dike ku kesên hatine wergirtin divê di nav sê rojan de bi cihê wergirtina xwe re têkilî daynin; berevajî vê yekê mafê wergirtina wan li wê beşê namîne.
Wezareta Perwerdehiya Bilind herwiha amaje bi vê yekê kir ku ragihandina encaman hevdem e bi biryara wezaretê ya kêmkirina xercê xwendinê li zanîngeh û enstîtuyên taybet ên Herêma Kurdistanê, ku dê her sal bi rêjeya (10 heta 20%) were kêmkirin. Ev yek ji bo li ber çavgirtina rewşa darayî ya welatiyên Herêma Kurdistanê ye.
Serlêder dikarin encamên xwe bi rêya vê girêdanê bistînin:
https://mhe-privatestudy.com







