Serokê Hikûmetê di nameyekê de, bi boneya wergirtina xelata navneteweyî ya (2026 Consumer GRANDS PRIX) li bajarê Parîsê, paytexta Fransayê, pîrozbahiyeke germ ji rêveberî û hemû karmendên kompanya "Zom" re şand; ev xelat ji aliyê koma navdar a cîhanî ya (TOP COM) ve hatiye dayîn.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de rola berbiçav û bandordar a kompanya Zom di vejîna sektora hilberîna xwemalî, peydakيرina derfetên kar ji bo ciwanan, piştgirîkirina gundî û dewlemendiya heywanan û bilindkirina asta kalîteya hilberîna neteweyî li asta cîhanê pesn da.
Di heman demê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser domandina piştgirî û hevkariyên Hikûmetê ji bo projeyên neteweyî rawestiya û ev yek wekî bingeheke sereke ji bo cûrbecûrkirina aboriyê, pêşxistina sektora pîşesaziyê û nasandina zêdetir a hilberên navxweyî di bazar û pêşangehên navneteweyî de destnîşan kir.







