Îro Çarşem, 2026/11/11, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li kêleka Lûtkeya Avhewayê li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê, bi António Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, re çend mijarên hevbeş ên girîng nirxandin.
Di gotûbêjên civînê de, wan li ser rewşa giştî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê axivîn, herwiha derbarê tevliheviyên herêmê de ramanên xwe parve kirin.
Her du aliyan li ser girîngiya parastina aramî û îstiqrara herêmê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêk û nakokiyan tekez kirin.







