Îro Çarşem, 2026/11/11, Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, û Ehmed el-Şera, serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, li kêleka Samita Avûhewayê li Antalyaya Tirkiyeyê hev dîtin.
Di civînê de, têkiliyên Sûriyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşxistin û firehkirina qadên hevkarî û hevrêziyê, bi awayekî ku berjewendiyên hevpar xizmet bike, hatin nirxandin.







