Îro çarşem, 2026/11/11, li marjîna karên Lûtkeya Av û Hewayê ya li Antalya, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi Yaşar Güler, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê re civiya.
Di civînê de, rewşa ewlehî û leşkerî ya herêmê, hevkariyên hevbeş ên di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina ewlehî û îstiqrarê, hatin gotûbêjkirin.







