Li gorî daxuyaniya Ewlekariyê, bûyer di dîroka 10 / 11 / 2026an de li taxa Te‘cîlî ya Nû, girêdayî navçeya Şemamokê, rûdaye. Piştî ku birayek ji ber nakokî û pirsgirêkeke civakî birayê xwe kuştiye, piştî kirina sûcê cihê bûyerê terk kiriye.
Ewlekarîya Hewlêrê herwiha ragihand ku hêzên wê yekser dest bi şopandineke berfireh kirine û bi fermana dadwerî û piştî lêkolîna Ewlekarîya Hewlêrê, karîbûne kesê gumanbar bi navê (ص ، ش ، ص) bigirin û radestî qanûnê bikin.







