Di hevdîtinê de, heyeta mêvan rola girîng û bandordar a Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û têkbirina terorîstên DAIŞê de pesn da. Herwiha spasdariya xwe ji bo peywendiya bihêz a di navbera her du welatan de nîşan dan, bi taybetî di warê li dijî sûcên rêkxistî û desteserkirina sûcdaran de. Heyeta Swêdê amadebûna welatê xwe ji bo piştgiriya projeya reformkirina hêzên polîsên Kurdistanê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê navxweyî kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtinê û ezmûna serkeftî ya hevkariya her du aliyan di şerê li dijî terorê û cureyên sûcên rêkxistî de derbirî, û ji bo piştgiriya berdewam a Hikûmeta Swêdê ji Herêma Kurdistanê re di warên cuda de spas kir; di nav wan de mêvandariya hejmareke mezin a penaberên Kurdistanê jî heye, ku di dîrokê de Swêd wekî penageheke ewle di demên tengaviyê de hilbijartiye.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan girîngiya berdewamiya hemahengiya navneteweyî ji bo parastina ewlehî, stabîlî û berpirsiyarkirina sûcdaran tekez kir.







