Rêveberiya Koç û Koçberan û Bersivdana Krîzan hişyariyek lezgîn ji hemwelatiyên bajarê Hewlêrê re derxist, bi taybetî ji bo wan kesên ku ji ber pêla lehiyê mal û milk û otomobîlên wan zirar dîtine.
Li gorî hişyariyê, ev hemwelatî dikarin bi rêya xeta germ ve têkilî daynin da ku tîm bên serdana wan û zirarên wan texmîn bikin:
Wan kesên ku heta niha tîmên Navenda Krîzan neçûne mala wan û zirarên wan nehatine texmînkirin.
Wan kesên ku di dema serdana tîman de, ji ber her sedemekê, li malê nebûne.







