Îro êvarê, roja pêncşemê, 12ê Mijdarê, bi beşdariya Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û Vala Ferîd, seroka Parlamentoya Kurdistanê, merasîma mezûnbûna gera 45emîn a Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê hate lidarxistin.
Serokwezîr di axaftinekê de pîrozbahî li mezûnên vê gerê kir, spasiya mamoste û malbatên xwendekaran ji bo ked û xebata wan kir û ji wan re serkeftin û pêşerojeke geş xwest.
Wî herwiha behsa serdana xwe ya çend rojên borî bo Bexdayê, paytexta Iraqê, û civîna xwe bi Elî Zeydî, serokwezîrê Iraqê, re kir. Wî eşkere kir ku yek ji mijarên sereke yên danûstandinên wan, sazkirina karmendên dewletê û mezûnên zanîngehên me bû. Zêdetirî diwanzdeh sal in ku destûr nehatiye dayîn Herêma Kurdistanê karmendên nû saz bike, di demekê de ku her sal bi hezaran xwendekar ji zanîngehên herêmê mezûn dibin û beşek ji wan dixwazin di sektora giştî de kar bikin.
Serokwezîr di beşeke din a axaftina xwe de behsa ji nû ve xebitandina Parlamentoya Kurdistanê kir û destnîşan kir ku armanca vê gavê parastina heyîna rewa ya Herêma Kurdistanê û saziyên wê bûye û ew li dijî tu kes an aliyekî nebûye. Ji ber vê yekê, wî ji hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê xwest ku bi berpirsiyarî li pêvajoyê binêrin û, di ronahiya banga birêz Serok Barzanî de, vegerin parlamentoyê û beşdarî danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin.
Ev jî deqa axaftina wî ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birêz Doktor Vala Ferîd, seroka Parlamentoya Kurdistanê,
Birêz serok, endamên encûmenê û mamosteyên Zanîngeha Selahedînê,
Mezûnên hêja,
Malbatên birêz ên xwendekaran,
Amadebûyên ezîz,
Îro ez bi kêfxweşî bi we re beşdarî vê şahî û merasîma taybet dibim, bi boneya mezûnbûna gera 45emîn a zanîngeha we. Ez pîrozbahiyên herî germ li mezûnan dikim û di qonaxên pêş ên jiyana we de ji we re serkeftin û pêşerojeke geş dixwazim.
Ez spasiya serok û encûmena zanîngehê û hemû mamosteyên birêz dikim ji bo bicihanîna erka xwe ya pîroz di perwerdekirina xwendekaran de.
Herwiha rêz û pêzanîna xwe ji bo ked û zehmetiya dê û bav û malbatên xwendekaran nîşan didim. Bêguman îro ew gelek kêfxweş in ku dibînin zarokên wan mezûn dibin û berê ked û zehmetiya xwe dibînin. Mezûnbûna we hem destkefta we xwendekaran e, hem jî destkeftineke mezin a dê û bav û malbatên we ye.
Mezûnên birêz:
Her yek ji we îro di qadeke diyarkirî de bawernameyekê werdigire. Ev bawername bêguman ji kart an kaxezekê zêdetir e. Ew belgeya zanîn, pisporî û jêhatîbûna we ye ku we di demê xwendina zanîngehê de di warên cuda yên zanistê de bi dest xistiye. Ez hêvî dikim ku her yek ji we karibe di qada pisporiya xwe de xizmeta civak û welatê xwe bike û di pêvajoya pêşveçûna Kurdistanê ya hemûalî de roleke berbiçav bilîze.
Hewl bidin ku hûn bi xwe tiştên nû biafirînin. Hûn dikarin bi projeyeke biçûk dest pê bikin. Heta ku hûn ser bikevin, her tim hewlên xwe bidomînin. Ji têkçûnê netirsin. Hewldan û serneketin têkçûn nîne. Têkçûn ew e ku ji tirsa serneketinê qet hewl nedî.
Birêzan:
Ew aramî, derfetên kar û rewşa guncaw ku hûn li bendê ne, aramiya aborî, ewlehî û siyasî dixwazin. Ji ber vê yekê em her tim hewl didin ku şertên guncaw ji bo we biafirînin.
Di çend rojên borî de me serdana Bexdayê kir û bi serokwezîrê federal ê birêz û wezîrên birêz ên hikûmeta wî re civînên berfireh û danûstandinên dirêj pêk anîn. Me tekezî li ser mafên destûrî û heqên darayî yên gelê Kurdistanê û para taybet a Herêma Kurdistanê ji budceyê kir.
Yek ji mijarên sereke yên danûstandinên me sazkirina karmendên dewletê û mezûnên zanîngehên me bû. Mixabin zêdetirî diwanzdeh sal in ku destûr nehatiye dayîn Herêma Kurdistanê karmendên nû saz bike. Ev di demekê de ye ku her sal bi hezaran mezûnên zanîngehan hene û beşek ji wan dixwazin di sektora giştî de kar bikin.
Ez hêvî dikim ku bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û bi gihîştina peymaneke dadmend li ser para Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê, em karibin ji bo ciwanên xwe derfetên zêdetir ên kar û sazkirinê peyda bikin.
Di heman demê de, me di salên borî de piştgiriyeke baş da sektora taybet û hemû hêsankariyên gengaz ji wan re pêşkêş kirin, da ku karibin li Kurdistanê roleke çalak bilîzin û di encamê de ji bo ciwanên me derfetên kar ên zêdetir peyda bikin. Me herwiha biryar derxistin ku ciwanên Kurdistanê bi awayekî berfirehtir bên bi kar anîn.
Di heman demê de, me dest bi reformên qanûna kar kir, da ku şertên kar di sektora taybet de baştir bibin, bi taybetî di warê parastina mafên qanûnî û dabînkirina pêşeroja kesên ku di sektora taybet de kar dikin, da ku şertên wan wek şertên xebatkar û karmendên sektora giştî bibin.
Amadebûyên birêz:
Wek ku hûn agahdar in, piştî du salan Parlamentoya Kurdistanê di dawiyê de ji nû ve hate xebitandin û dest bi karên xwe kir. Armanca vê pêvajoyê parastina heyîna rewa ya Herêma Kurdistanê û saziyên wê bû. Ev gav li dijî tu kes an aliyekî nebû. Armanc ew bû ku baweriya dengdêrên gelê Kurdistanê, hemû pêkhate û aliyên siyasî were vegerandin.
Li vir ez spasî û pêzanîna xwe pêşkêşî wan parlamenteran dikim ku bi wêrekî erkên xwe yên exlaqî, qanûnî û neteweyî bicih anîn û beşdarî ji nû ve xebitandina parlamentoyê bûn.
Ez hêvî dikim ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bi berpirsiyariya neteweyî li vê pêvajoyê binêrin û piştgiriyê bidin vê gavê. Di ronahiya banga birêz Serok Barzanî de, ez hêvî dikim ku vegerin parlamentoyê û beşdarî danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, da ku em hemû bi hev re zêdetir xizmeta gelê Kurdistanê bikin û Kurdistana xwe bihêztir û avakirîtir bikin.
Em spasiya bêdawî ji pêşmergeyên qehreman re dikin. Em spasiya hêzên navxweyî û saziyên ewlehiyê ji bo ewlehî û aramiya ku ji me re dabîn kirine dikin. Em bi rêz û hurmet serê xwe li ber malbatên serbilind ên şehîdan ditewînin.
Careke din ez pîrozbahiyê li we dikim. Her serkeftî bin, ev serkeftin li we pîroz be û Kurdistana me her ava be. Ji we re serkeftinê dixwazim.
Her şad û serkeftî bin.







