Di çarçoveya karên Lihevhatina Avhewayê ya li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê de, Neçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi Nikol Paşinyan, Serokwezîrê Ermenîstanê re civiya.
Di civînê de, têkiliyên Ermenîstanê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, firehkirina qadên hevkariya û hevrêziya hevbeş di qadên cuda de hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan li ser pêşketinên herêmê ramanên xwe diguhestin û li ser girîngiya zêdekirina hewldanan ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan bi awayekî aştiyane û dîplomatîk, ji bo parastina ewlekarî û stabîliyê li herêmê, rawestiyan.







