Wezareta Neftê ya Iraqê û Pargîdaniya Belavkirina Berhemên Neftê ragihandin ku hemû pejirandinên fermî ji bo dabînkirina mazotê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê temam bûne û fermana dabînkirinê hatiye derxistin.
Selîm Rukabî, berdevkê Wezareta Neftê ya Iraqê, ji K24 re ragihand ku nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi fermî ji biryarê agahdar hatiye kirin. Wî herwiha got: "Divê aliyên têkildar li Herêma Kurdistanê prosedurên xwe temam bikin da ku kota hatiye veqetandin bistînin û wê di nav welatiyan de belav bikin."







