Ofîsa Federal a Lêkolînê ya Dewletên Yekbûyî (FBI) di daxuyaniyekê de ragihand: hackerên kîberî ku ji hêla Koreya Bakur ve tên piştgirîkirin, bi bikaranîna teknîkeke pir bi bandor a sextekariyê ya kîber, ku li ser dizîna nasnameyê û têkiliyên vîdyoyî yên sexte bi rêya îstîxbarata çêkirî ava ye, karîne zêdetirî 400 milyon dolar bidizin. Ev jî piştî wê tê ku FBI di destpêka vê mehê de heman tora hackeran bi dizîna şeş milyar dolar ji platforma pereyê dîjîtal a "Binance" tawanbar kiribû, herçend Pyongyang van tawanbariyan red dike.
Brit Lederman, rêveberê operasyonan li beşa sûcên kîberê ya Ofîsa Federal a Lêkolînê, got: "Rejîma Koreya Bakur pişta xwe bi dahata dizîna berfireh a pereyên dîjîtal ve girêdide da ku bernama çekên xwe yên neqanûnî fînanse bike, piştî ku di salên borî de milyaran dolar dizîne." Ofîsê herwiha zelal kir ku hackeran, ji Binance cuda, bi taybetî kesên ku di sektora pereyên dîjîtal û teknolojiya (Web3) de dixebitin, bi rêya manîpûlasyona derûnî dikin hedef.
Ev pêvajoya sextekariyê ya ku Ofîsa Federal a Lêkolînê navê wê kiriye "FaceStealer", di 18 mehên borî de bûye sedema dizîna zêdetirî 400 milyon dolar. Di vê pêvajoyê de hacker xwe dikin kesên ku li cem qurbaniyan nas in, da ku wan bikşînin nav civînên vîdyoyî, û dîmenên sexte bi teknolojiya (Deepfake) bikar tînin. Paşê ew pirsgirêkeke teknîkî ya xeyalî çêdikin da ku qurban li ser lînkekê an peyameke li ser ekranê bitikîne, ku dibe sedema daxistina bernameyeke zirardar li ser cîhaza wî.
Bi bikaranîna lîsteyên têkiliyê, hesabên medyaya civakî û sepanên peyamgihandinê, hacker nasnameyên qurbaniyan dizînin da ku kesên nû nêçîr bikin. Di vê derbarê de Patrick Grandy, alîkarê rêveberê Ofîsa FBI ya Los Angelesê, hişyarî da ku ev teknîk dikare heta bikarhênerên herî pispor ên komputerê jî bixapîne, ji ber ku ew baweriya mirovan bi konferansên vîdyoyî bikar tîne. Di dawiya daxuniyê de hatiye gotin ku Ofîsa Federal a Lêkolînê dest daniye ser zêdetirî 900 tomara vîdyoyî ya kamerayên webê ku ji qurbaniyên pêvajoya "FaceStealer" hatine tomarkirin.







