Desteya Parastina Daneyan a Îtalyayê, cezayekî darayî bi nirxa 805 milyon euro li ser şirketa Meta Platforms ferz kir. Sedema vê yekê ew e ku sepanê Facebookê bê razîbûna eşkere û bê agahdarkirina pêwîst, gihîştiye wêne û vîdyoyên tomarkirî yên di telefonên bikarhênerên pergala Androidê de.
Desteyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev binpêkirin nêzî 20 milyon bikarhênerên li Îtalyayê dikevin. Herwiha eşkere kir ku sepanê karîbûye bigihîje wêne, vîdyo û daneyên girêdayî bi wan.







